Li Çorumê êrişî qehwexaneyekê hat kirin: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Çorumê yê Tirkiyeyê bi çekan êrişî qehwexaneyekê hat kirin. Kesek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Huseyîn Can S. bi çekê êrişî qehwexaneya nêzîkî Dadgeha Çorumê kir.
Li ser bangkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Di êrişê de Bariş Can Ozel, S.S, Î.Y, Ş.M. û O.Z. birîndar bûn.
Birîndar piştî midaxeleya destpêkê ya ji aliyê tîmên tenduristiyê ve, bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erol Olçok a Zanîngeha Hîtîtê û nexweşxaneyeke taybet a li bajêr.
Lê Bariş Can Ozel tevî hemû midaxeleyan jî mir.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya S.S. jî giran e û tedawiya wî li nexweşxaneyê berdewam dike.
Xebatên ji bo girtina gumanbarê ku piştî êrişê reviya berdewam dikin.