Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê bajar bi bajar amarên nû belav kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê bajar bi bajar amarên nû yên erdheja ku navenda wê Mereş a Bakurê Kurdistanê bû lê bandor li gelek bajaran kir ragihand.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca 7ê Sibata 2023an ragihand ku hejmara kesên di erdehaja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de cane xwe ji dest dane gihiştiye 5 hezar û 434 kesan û 31 hezar û 777 kes jî birîndar in.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca bajar bi bajar hejmara qurbaniyan jî belav kir.

Li gor amaran hejmara qurbaniyên li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê wiha ne

Bi giştî 5 hezar û 434 kesan canê xwe ji dest dane û 31 hezar û 777 kes jî birîndar in, li bajarên Bakurê Kurdistanê Dîlokê 504 kesan canê xwe ji dest dane û 4,809 kes jî birîndar in, li Mereşê 1,343 kesan canê xwe ji dest dane û 5,000 kes jî birîndar in, li Meletî 201 kesan canê xwe ji dest dane û 4,900 kes jî birîndar in, li Amedê 120 kesan canê xwe ji dest dane û 854 kes jî birîndar in, li Rihayê 127 kesan canê xwe ji dest dane û 2,551 kes jî birîndar in, li Semsûrê 896 kesan canê xwe ji dest dane û 400 kes jî birîndar in, li Kilîsê 22 kesan canê xwe ji dest dane û 518 kes jî birîndar in, li Xarpêt 5 kesan canê xwe ji dest dane û 379 kes jî birîndar in.

Li bajarên Tirkiyê, li Hatayê 1,164 kesan canê xwe ji dest dane û 6,200 kes jî birîndar in, li Osmaniyê 502 kesan canê xwe ji dest dane û 2,173 kes jî birîndar in, li Edenê 167 kesan canê xwe ji dest dane û 3,993 kes jî birîndar in.