Balyoza Almanyayê çû serdana DEM Partiyê
Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza Almanyayê ya Tirkiyeyê çû serdana Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) kir.
Di civînê de li ser bipêşketinên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj hatin kirin.
DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di daxuyaniyekê de ragihand ku Balyoza Almanyayê ya Enqereyê Sibylle Katharina Sorg îro çûye serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê kiriye û li gel Hevserokê Partiyê Tuncer Bakirhan civiyaye.
Di civînê de Hevberdevka Komîsyona Pêwendiyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay jî amade bû.
Li gorî zanyariyan, di civînê de bi taybetî li ser bipêşketinên dawî yên li Sûriye, Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û herêmê gotûbêj hatine kirin û her du aliyan nerînên xwe pevguherîne.
Almanya Büyükelçisi Sibylle Katharina Sorg Genel Merkezimizi ziyaret ederek, Eş Genel Başkanımız Tuncer Bakırhan ve Dış İlişkiler Komisyonu Eş Sözcümüz Ebru Günay ile görüştü. Görüşmede Türkiye ve bölgedeki gelişmeler ele alındı. Özellikle Suriye'de yaşananlara ilişkin karşılıklı… pic.twitter.com/FkCnh6C5bN
— DEM Parti (@DEMGenelMerkezi) January 7, 2025