65 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragihand, li 17 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi “hinceta endamtî û alîkariya PKKyê” 65 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, di nav hefteyekê de li 17 bajaran li dijî “PKK/KCKyê” operasyona “Gurz-36”ê hatine lidarxistin.

Operasyonên desteserkirinê li bajarên Amed, Dîlok, Qers, Meletî, Mûş, Riha, Şirnex û Wanê yên Bakurê Kurdistanê û bajarên Edene, Antalya, Edîrne, Eskîşehîr, Stanbol, Îzmîr, Kocaelî, Manîsa û Muglayê yên Tirkiyeyê hatine kirin.

Di operasyonan de bi hinceta “endamtî, propaganda û alîkariya PKKyê” 65 kes hatine desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.