Şandeya DEM Partiyê dê bi CHPyê re bicive

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya DEM Partiyê dê îro bi Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel re bicive.

Şandeya DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk tê piştî hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinên xwe yên bi partîiyên siyasî re didomîne.

Heyeta DEM Partiyê doj li Enqereyê bi Partiya Paşerojê re civiya.

Şandeya DEM Partiyê piştî vê hevdîtinê heyeta AK Partiyê û Partiya Saadetê ziyaret kir.

Heman şandeya  DEM Partiyê dê îro Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Ali Babacan û Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan û Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ziyaret bike.

Şanda DEM Partiyê piştî hevdîtîna li Îmraliyê biryar daye di çarçoveya pêvajoyê de biçe serdana aliyên siyasî û bi wan bişêwire.