Li Îzmîrê 41 koçberên bêdestûr hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bergamayê ya Îzmîrê 41 koçberên bêdestûr hatin girtin, 4 gumanbar tê gotin qaçaxçîtiya koçberan kiriye jî hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Îzmîrê, Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, Fermandariya Ewlehiya Qeraxê ya Behra Egeyê û Serokatiya MÎTê dijî qaçaxçîtiya koçberan bi hev re operasyon kir.

Hat gotin ekîb çûn li Taxa Zeytîndagiyê û li nêzîkî Egeya Bakur kamyonetek dan sekinandin.

Ekîban 41 koçberên bêdestûr girtin û 4 gumanbar jî ji ber qaçaxçîtiya koçberan destesr kirin.

Piştî karûbarên yasayî ekîban koçberên bêdestûr şandin Navenda Paşveşandinê ya Koçê.