Numan Kurtulmuş: Em gotina dijmintiya Kurdan red dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan ragihand ku rexneyên ku dibêjin AK Partî dijmintiya Kurdan dike red dikin û got: “AK Partî wek dijminê Kurdan hat ragihandin, lê em vê gotinê qebûl nakin û Kurd birayên me ne.”

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş di civîna gotûbêj kirina budçeya 2023 ya Tikriyê de li Parlimanê bersiva wan rexneyan da ku dibêjin, siyaseta partiya wî li dijî Kurdan e û AKPe dijminê Kurdan e.

Numan Kurtulmuş diyar kir ku di axaftinên beriya wî de, li parlamentoyê, AK Partî weke dijminê Kurdan hat ragihandin, lê ew wê yekê red dikin.

Kurtulmuş wiha got: “Di axaftinên beriya min li vir hatine kirin de, AK Partî weke dijminê  Kurdan hat ragihandin. Ez dixwazim bibêjim ku em vê bi awayek kategorîk red dikin. Em ji zîhniyetek wiha tên ku bawer dike, mirov her dema ku ji dayikbûne ve wekhev in û misliman jî di olê de bira ne. Kurdên welatiyên Komara Tirkiyê û  hemû kesên li vê cografyayê dijîn birayên me ne.

Em gotina dijmintiya Kurdan qebûl nakin. Welatiyên me yên Kurd li vî welatî di asta yekem de welatiyên me ne. Birayên me ne û ti ferqa wan ji 85 milyon welatiyên me yên li Tirkiyê nîne.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Kurtulmuş herwiha got: “Em li ser bingeha Etnî û Mezhebî mirovan ji hev cûda nakin , cûdakirina mirovan li ser bingeha etnî û mezhebî lîstikekî empryalîzmê ye  , Kurd , Kurd, Erebên li vê navçeyê û  Turkmen , ecem û êzdî , Şîe û Sunnî û Erewî hemû yek in û xelkê yek cografiyê ne.”