HDPê bersiv da Orhan Mîroglu

Hewlêr (Rûdaw)  Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş derbarê serdana AKPê de ji bo guhertina destûra bingehîn li ser hîcabê got: “Azadî û mafên bingehîn nabe bibin mijara referandumê.”

Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş bo medya Tirkiyê serdana Wezîrê Dadê yê Tirkiyê û şanda ligel bo HDPê nirxand û amaje bi wê yekê da ku ew di mijara guhertina destûra bingehîn de ji bo hîcabê li dijî referandumê ne.

Beştaş dibêje biryara partiya wan di mijara referandumê de zelal e û ew azadî û mafên bingehîn nakin mijara referandumê. Lê di mijara piştgirîkirina li Parlamentoya Tirkiyê de heta niha biryarek nedane û nîqaşên wan berdewam in.

Şandeke AKPê 2ê Mijdara 2022ê bi serokatiya Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag li ser pêşniyara guhertina destûrê ya derbarê hîcabê de serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. Lê ew serdan di nav beşek ji kesayatên cuda yên  AKPê de bû sedema karvedanan û hinek kesayetiyên AKPê jî serdan wek derfeteke diyalogê şîrove kirin û bang li HDPê dikin ku wê derfetê ji dest nede.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya AKPê Orhan Mîroglu li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyekî wê serdanê parve kiribû û gotibû: “Di demekê de ku em dikevin sedsala Komarê ji bo pêkhatina diyalogan çêkirina hincetan baştir e. Tenê bila HDP wan derfetên ku derdikevin pêşiya wê vê care jî ji dest nede!”

Li ser şîroveya Orhan Mîroglu, Beştaş dibêje: “Ti derfeteke derketibe pêşiya me nîne. Tenê serdaneke. Bi salan e ev çîrok li derdora xwe dizîvire. Ev nêta wan ne baş e. Nîqaşên li ser me dê nebin alîkar bo wan. Mîroglu an jî kesekî din şîroveya xwe dike. Em dizanin em di kîjan rêyê de dimeşin. Felsefeya me zelal e. Em dê wek partî jî gotûbêj bikin, çima di vê demê de ev guhertina destûra bingehîn hat rojevê.”

Ev di demekê de ye Parlamenterê berê yê AKPê Mehmet Metîner jî derbarê serdanê de li ser hesabê xwe yê medya civakî gotibû: “Hem tawanbarkirina HDPê wek partiyeke siyasî ya rêxistina terorê ku divê ne di jêr banê parlamentoyê de be hem jî muxatab wergirtina wê ji bo guhertina destûrê û hevdîtinên ligel wê ji bo AK Partî destpêka serdemeke bi pirsgirêk e. Ji niha û şûnde her gotineke bo HDPê bê gotin dê li wî wêneyî bikeve û vegere.”