Li Çanakkaleyê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ayvacikê ya parêzgeha Çanakkaleyê erdhejeke bi hêza 4,2 pileyê çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro jî li Çanakkaleyê erdhejek çêbûye.

Li gorî AFADê, erdhej li navçeya Ayvacikê ya Çanakkaleyê saet 15:08an çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 4,2 pile bûye.

AFADê her wiha destnîşan kir ku kûrahiya erdhejê 24,16 kîlometre bûye.

Her wiha derbarê zerera erdhejê de ti zanyarî nehatine belavkirin.