Li Edirneyê 29 koçberên Surî û Filistînî hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Edirneyê yê Tirkiyê 29 koçber di malekê de hatin desteserkirin.

Li gor Rêveberiya Deriyên Sînorî û Rûbirûbûna Qaçaxiya Koçberan a ser bi Rêveberiya Ewlehiyê ve, îro 6ê Cotmehê li ser agahiyekê hêzên ewlekariyê li Taxa Çavuşbey a Edirneyê li malekê dest bi lêgerînê kirine.

Di wê malê de 29 koçber hatine desteserkirin ku xelkê Suriyê û Filistînê bûne û bo navenda koçberan a bajêr hatine birin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, derbarê kesê bi navê H.H de ku koçber di mala xwe de vehewandibûn jî biryara girtinê hatiye dayîn.