Başak Demirtaş: Li Tirkiyê eger Kurd bî divê qurbanî bidî

Hewlêr (Rûdaw) – Hevjîna Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, Başak Demîrtaş dibêje: “Li Tirkiyê eger Kurd bî û opozisyon bî divê qurbanî bidî. Mixabin ku wiha ye, xwezî ne wiha bûya.”

Hevjîna Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş di programeke taybet a televizyonî de behsa rewşa Demirtaş kir û derbarê hevjînê xwe de bersiva çend pirsan da.

Başak Demirtaş li ser pirsa “eger xwe binasînî çi dibêjî?” got: “Berî hemû tiştekî em mirov in. Bêguman nasnameyên me yên din piştre tên ku di heman demê de Misilman im, hevjîn im, jin im, Kurd im, opozisyon im, lê berî van hemûyan mirov im.”

Başak Demirtaş rexne li tedbîr û şêwazê hevdîtinan girt û got: “Dema 19 mehan e Demirtaş keçikên xwe hembêz nekirine. Di demekê de ku heftane mafê me yê du hevdîtinên girtî heye, niha mehane du hevdîtinên girtî dikin. 19 meh jî dibe bi awayê vekirî me ligel keçikan hevdîtin nekiriye.”

Başak Demirtaş berê axaftina xwe da Wezîrê Dadê yê Tirkiyê û derbarê wan guhertin û zehmetiyan de daxwaza zelalkirinê kir.

Derbarê hevjînê xwede got: “Demirtaş qet acizbûn û kina wî nîne, her dem di wan nameyan de ku ji keçên xwe re dinivîse, vê yekê dubare dike û dibêje; `kîn û nefretê di dilê xwe de kom nekin`.”

Derbarê dijwarî û zehmetiyên jiyanê û nebûna bav li male de Başak Demirtaş got: “Bêguman dijwar e. Di demekê de pêwîst e bav biryarê li ser çend mijarên taybet bi zarokên xwe bide, wek mînak xwendina keçên min. Belê niha jî bi hev re ligel Selahattin biryarê didin, lê demeke gelekî zêdetir didome.”

Derbarê moral û helwêsta niha ya Demirtaş de, Başak got: “Demirtaş ji bo demokrasiyê di hundir de ye, eger na ne mijareke şexsî ye. Ez duşemê li balê bûm. Her car ez moral jê werdigrim, ji ber ji siberojê gelekî bi hêvî ye. Selahattin qet negotiye ez poşman im ji wê min kiriye û eger li derve bûma wiha dibû, qet tiştekî wiha negotiye. Min jî negotiye û malbata me jî tiştekî wiha negotiye. Li Tirkiyê wiha ye. Eger Kurd bî û opozisyon bî divê qurbanî bidî. Mixabin ku wiha ye, xwezî ne wiha bûya.” Derbarê çawahiya nivîsîna kitêban de jî Başak Demirtaş got: “Demirtaş destpêkê bi dest dinivîse, pişt re ji min re dişîne û ez dinivîsim û pêde diçim.”

Selahattin Demirtaş ji sala 2016an ve û heta niha li Girtîgeha Edirneyê girtî ye. Ev di demekê de ye li gor biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê divabû bê azadkirin.