Buldan: Dozgerên operasyona dijî HDPê Erdogan û serdozgerê zava ye

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya HDPê ragihand ku di çarçoveya “lêpirsîna Kobanî” de komployeke siyasî hatiye amadekirin û got: “Dosyeya vê operasyonê li Koşkê bi xwe hatiye amadekirin û dozgerê vê dosyayê jî Erdogan û serdozgerî zava ye.”

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan derbarê operasyona dijî partiya wan ku di çarçoveya lêpirsîna Kobanî” de hat kirin, got: “Dozgerên vê lêpirsînê Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û serdozgerê zava ye.

Serdozgerê doza lêpirsînê derbarê HDPê de daye destpêkirin zevicî û serdana Erdogan li Koşka Serokomariyê kir û ew serdana wî li Tirkiyê  bibû cihê nîqaşan.

Buldan di civîna fraksyona partiya xwe ya Parlamentoya Tirkiyê de axifî û da zanîn ku piştgiriya bo partiya wan zêde bûye. Hevseroka Giştî ya HDPê got: “Em dê bi vê piştgiriyê ber bi aştiyê bimeşin. HDP kevneşopiyeke ku paşerojeke wê ya dîrokî û civakî heye. Vê kevneşopiyê hertim xwe li ser piyan hiştiye, ji niha û şûnde jî dê berdewam be. Ez dixwazim tekez bikim; em yek HDPyî jî bimînin em dê li ser wêya bibin deng û nefesa gelên mezlûm berdewam bin. Ji ber HDP ne tenê tevgereke siyasî ye. Awayekî jiyanê ye ku fikrê wekhevî û azadiyê jê zîl dibe. Navekî din ê jiyanê eger berxwedan be, navê berxwedanê jî HDP ye.”

Buldan diyar kir ku derew bûye navekî din ê desthilatê û got: “Bi fermana komploya hevbeş a AKP-MHPê serê sibeha 25ê Îlonê dijî partiya operasyona komployeke siyasî kirin. 17 hevalên me, bi komploya darazê dan girtin. Hincet jî 6 sal berî niha protestoyên dijî DAIŞê bo piştgiriya Kobanî. Qaşo HDPê serhildan daye destpêkirin û di ser re tam 6 sal derbas bûne û 6 salan fikirî ne û biryara çêkirina vê derewê dane. Em niha rûbirûyê bayê derewekê ne. Teoriya Derewên Mezin a Wezîrê Propagandeya Naziyan heye. Li gor vê, `eger derewekê hezar carî bikin, derew ji derewê derdikeve, tam dibe rastî.` Niha dixwazim bibêjim ku desthilate heye xuya ye ev axaftin box we kiriye rehber. Derew bûye navê wan ê din.”

Di wan demên dawî de, hikûmeta Tirkiyê zextên xwe li ser HDPê zêdetir kirine û berdewam operasyonan bo ser navendên wê partiyê pêk tîne û tenê di nava vê heftiyê de bi dehan kes ji endam û berpirsên HDPê yên niha û yên berê desteser kirine, ku ji bo hejmarek ji wan biryara girtinê hatiye dan.