4 kes li ber ava lehiyê çûbûn, cenazeyê yekî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Îgneadayê yê  navçeya Demirkoyyê ya Kirklareliyê ji 4 kesên di lehiyê de wenda bûn, cenazeyê yekî hat dîtin û ji bo dîtina yên mayîn jî xebat didomin.

Ekîbên AFAD, Fermandariya Ewlehiya Qeraxan, Rizgarkirina Medîkal a Neteweyî, cendirme, agirkuj û polîs li kesên winda bûne digerin.

Di lêgerînê de makîneyên kar jî tên bikaranîn.

Dar û ber bi makîneyan tên rakirin û ekîb li binê wan jî dinihêrin.

Ekîban di nav daristanê de cenazeyê kesekî dît.

Bi vî awayî hejmara kesên di lehiya li bajaroka Îgneadayê de mirin bû sê kes.

Herwiha xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina 3 kesên wenda jî berdewam in.