Leşkerê Tirk yê ku “wenda bibû” di destê DAIŞê de ye!

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku ew leşkerê Tirk yê ku çend roj berê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê “wenda bibû”, di destê çekdarên DAIŞê de ye.

Şeva 1ê vê mehê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê li herêma Kilîsê, leşkerên Tirk rastî êrişa çekdarî hatibûn û di bûyerê de leşkerek hatibû kuştin yek jî wenda bibû.

Li gorî medyaya Tirkiyê, ew leşkerê Tirk bi birîndarî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye revandin û niha li Sûriyê li nexweşxaneyeke DAIŞê de tê dermankirin.

Li gorî nûçeyê ku xwe spartiye çavkaniyên ewlehiyê yên Tirk, çekdarên DAIŞê dixwazin wî leşkerî bibin bajarê Mûsilê lê heta niha nayê zanîn ew leşker veguhestine Mûsilê yan na.  

Hat gotin ku rayedarên Tirk hewla berdana wî leşkerî didin û gotine, dê ji bo vê yekê ti bazarekî bi DAIŞê re nekin.

 

Lê rojnameya Vatanê ya Tirkiyê ragihandiye, piştî ku ew leşkerê Tirk ji aliyê DAIŞê ve hatiye lêpirsînkirin, bo girtîgeha bajarê Reqayê yê Sûriyê hatiye veguhestin. 

Li gorî hinek malperên nêzîkî DAIŞê, rêxistina DAIŞê ji bo berdana wî leşkerê Tirk, ji Tirkiyê xwestiye ji hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê derkeve.

Çekdarên DAIŞê par jî Konsulê Mûsilê yê Tirkiyê û 49 karmendên din ên Tirk li bajarê Mûsilê revandibûn û piştî 100 rojî ew berdabûn. Piştî berdana wan, hatibû îdiakirin ku Tirkiyê li hember berdana karmendên xwe, komek çekdar û rayedarên DAIŞê berdane.

Enqerê piştî guvaşên navdewletî bi taybet Amerîka, destpêka havîna îsal bi fermî tevlî operasyonên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bû û rê da hêzên hevpeyman ku navendên Tirkiyê yên leşkerî ji bo operasyonên li dijî DAIŞê bikar bînin.

Tirkiyê ji wê demê ve heta niha tenê 2 caran çeper û navendên DAIŞê yên li nav xaka Sûriyê daye ber bombeyan.