Li Stenbolê 2 keştî li hev qelibîn

Li Stenbolê 2 keştî li hev qelibîn

Hewlêr (Rûdaw) – Li Ahirkapi ya Stenbolê keştiyeke bi alaya Lîberyayê û keştiyeke kompanyayeke Tirkiyê li hev qelibîn, di her du keştiyan de jî ziyana madî çêbû.

Li gor agahiyan, di keştiya kompanyayeke Tirkiyê ya bi navê "Ssi Providence" ya bi alaya Giravên Marşalê de kêmiya erzaqan hebû û karmendan hewl dan erzaqan bibin nav keştiyê lî keştiya barhilgir a "Philipp Oldendorff" a bi alaya Lîberyayê ji ber sedemeke nediyar ji kêlekê bi keştiya "Ssi Providence" re li hev qelibî.

Kesên ku dixwestin erzaqan li keştiyê bar bikin xwe bi zorê xilas kirin.

Di qezayê de mirî û birîndar nebûn û li ser her du keştiyan xebatên tesbîtkirina xisarê hatine kirin, keştiyan av negirtine û di makîneyên wan de tu pirsgirêk çênebûye.