Aksoy: Opozisyonê Sûriyê lîsteya xwe radestî de Mistura kir
Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyê ragihand, ku opozisyona Sûriyê lîsteya endamên xwe yên jibo komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyê pêşkêşî Şanderê Taybetê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê kiriye.
Berdevkê Wezereta Derve yê Tirkiyê, Hamî Aksoy da zanîn, ku piştî razîbûna Tirkiyê, Komîteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê lîsteya 50 kesî ya endamên xwe ku dê beşdarî karê nivîsandina reşnivîsa destûra nû ya Sûriyê bibin, radestî Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Staffan de Mistura kiriye.
Aksoy got, ku Komîteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê 5ê Tîrmehê (doh) ew lîsteya 50 kesî radestî Staffan de Mistura kiriye û di heman rojê de jî Tirkiyê bi awayekî fermî ji de Mistura re ragihandiye, ku ew piştgiriya wê lîsteyê dikin.
Ev daxuyaniya Hamî Aksoy di demekê de ye, ku hikûmeta Sûriyê lîsteya berbijêrên xwe yên ku beşdarî nivîsandina reşnivîsa destûrê bibin, radestî de Mistûra kiribû.
Li aliyekê din, heta niha opoisyona ser bi Siûdiyê ve ku bi Platforma Riyazê ya opozisyonê tê naskirin, lîsteya berbijêrên xwe bo komîteya amadekirina destûra nû ya Sûriyê pêşkêş nekiriye.