Ji ber êrişa dijî dêrê ya li Stenbolê 48 hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku ji ber êrişa dijî dêrê ya li Stenbolê û têkiliya DAIŞê 48 gumanbar hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê operasyonên "Bozdogan-21ê" de daxuyanî da.

Alî Yerlîkaya diyar kir ku ji ber êrişa dijî Dêra Santa Mariayê ya li Stenbolê û ji ber têkiliya bi DAIŞê re di operasyonên "Bozdogan-21ê" de 48 guman hatin desteserkirin.

Yerlîkaya diyar kir ku tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê ji ber êrişa dijî dêrê 30 kes û tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Enqereyê jî ji ber têkiliya bi DAIŞê re 18 gumanbar desteser kirin.