Meral Akşener jî dê beşdarî civîna Hevpeymaniya Millet bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê IYI Partiyê Kurşad Zorlu ragihand ku Meral Akşener û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu civiyane û Akşener dê beşdarê civîna îro ya Hevpeymaniya Millet bibe.

Berdevkê IYI Partiyê Kurşad Zorlu piştî hevdîtina Meral Akşener û Kemal Kiliçdaroglu daxuyaniyek da û got dê seroka partiya wan Meral Akşener beşdarî civîna Maseya 6 Partî bibe.

Zorlu got, “Seroka me ya giştî biryar daye ku îro beşdarî civîna Hevpeymaniya Millet ya li Partiya Saadetê bibe.”

Seroka IYI Partiyê berî ku biryara beşdariya civînê bide her wiha bi Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu re civiyabû.

Piştî civîna bi Akşener re Îmamoglu got, “ Em vê serdanê bi agahiya birêz Kemal Kiliçdaroglu dikin. Em dizanin ku stratejî û hebûna maseya şeşan pir girîng e. Ji ber vê yekê em li vir in”

Yavaş jî dibêje, “ Em şaredarên Tifaqa Millet in. Em hemû bi hev re hatin cem hev. Me bajarên mezin ên mîna Enqere û Stenbolê bi dest xist. Daxwaza gelê me ye ku piştî karesateke bi vî rengî ya erdhejê careke din bên cem hev û van birînan derman bikin. Dê bên nirxandin.”

Berdevkê IYI Partiyê Kurşad Zorlu jî gotibû, “Me pêşniyar kir ku Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu bibin cîgirên serokkomar.”