'Di 2 mehan de nirxê goşt %50 zêde bûye'

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Qesaban ya Enqerê Fazli Yalçindag diyar kir ku rêjeya zêdebûna nirxê goşt yê ku pêwîst bû salekê bibe di nav 2 mehan de bûye û  nirxê goşt di nav mehên Çile û Sibata îsal de %50 zêde bûye.

Serokê Odeya Qesaban ya Enqerê Fazli Yalçindag 6ê Adara 2023an li ser zêdebûna nirxê goşt li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê axivî û got heftane zêdeyî 10 lîreyan nirxê goşt zêde dibe.

Yalçindag ji bo qesabên li Enqerê jî diyar kir ku nirxê goşt yê serê sale 120 heta 130 lîre bû lê niha gehiştiye 175 heta 180 lîreyan.

Yalçindag dibêje li gor amarên fermî li herêma erdheja 6ê Sibatê nêzîka 7 heta 8 hezar ajelên mezin mirdar bûne lê ev yek nabe sedema zêdebûna nirxê goşt.

Ji ber zêdebûna nirxê goşt li piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê welatî ji bo kirîna goşt li pêşiya Saziya Goşt û Şîr ya Tirkiyê dikevin rêzê daku goşt erzan bikirin.