Nevzat Bîngol: Kurd êdî ne tehemula PKK û HDPê dikin û ne jî ya dewlet û AK Partiyê

Amed (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê amadekariyên giştpirsiya 16'ê Nîsanê didomin. Hem AK Partî û hem jî HDP vê hilbijartinê weke hebûn û nebûna xwe dibînin. Herdu alî jî dixwazin bi encamên vê giştpirsiyê aliyekî din têk bibin. Lê li gorî lêkolîneran ji ber şerê xendekan ên nava bajar û bajarok û wêranbûna navçeyên Bakurê Kurdistanê gelek kes hem ji PKKê û hem jî ji AK Partiyê nerazî ne. Ji ber vê yekê dê ji sedî 35ê xelk neçe ser sindoqên dengdanê. 

 

Li bajarên Bakurê Kurdistanê jî weke bajarên din ên Tirkiyeyê amadekariyên giştpirsiya 16'ê Nîsanê ji bo guhertina 18 xalên makezagonê ku sîstema nû ya serokomariyê bi xwe re tîne, berdewam dike. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku di encama rapirsiyê de dengê Na û Partiya Dad û Geşedanê AK Partî jî ji bo Erê derkeve, hewl didin. 

 

Li gorî hin saziyên lêkolînê, her du partiyên HDP û AK Partî dê zehmetiya herî mezin di tevlibûna rêjeya xelkê ya hilbijartinê de bikişînin. Ji ber ku gelek kes ji ber şerê xendekan ji PKK'ê dilşikestî ne. Gelek kes jî ji ber şêwaza serederiya AK Partiyê li gel pirsgirêka kurd, ji wê partiyê nerazî ne. Li gorî lêkolînan, ew sedem dê çûyîna ser sandoqan ji sedî 30-35 kêm bike. 

 

Berdevkê YORSAMê Nevzat Bîngol derbarê mijarê de ji Rûdawê re got: “Gel êdî hem dewletê hem ji PKK'ê , HDP'ê û AK Partiyê tehemul nake. Ji bo vê yekê jî gel naçe ser sandoqê. Nêzikî ji sedî 35 dê neçin ser sandoqê”. 

 

Di nava 2 salên dawiyê de ji ber şerê ku PKK'ê û dewletê di nava bajêran de kirin, bi sedan hezar kurd ji cih û warên xwe aware bûn. Piraniya wan koçberan jî di heman demê de hilbijêr in. Li gorî hin lêkolîneran jî xelk êdî ji siyasetên herdu aliyan jî bêzar bûne û ev yek dê bandoreke neyînî li ser çûyîna ser sandoqan jî bike. 

 

Berdevkê Saziya Lêkolînên Siyasî ya Dîcleyê, DÎTAM'ê Mehmet Kaya ji Rûdawê re behsa sedemên zêdebûna rêjeya beşdarnebûna di referandumê de kir û ragihand:

 

“Du sedemên girîng hene ku kurd neçin ser sandoqê. Yek jê gelek cih ji ber şerê nava bajêran hatin valakirin û evder wêran bûn. Xelk koçber bû. Hejmara van kesan nêzî 600 hezar hilbijêran e. Ev rêje li tevahiya Tirkiyeyê teqabûlê ji sedî 2'yê hilbijêran dike. Ev kes dê neçin ser sandoqan. Sedemeke din jî polîtîkaya Erê jî Na jî li ser înkarkirina kurdan dimeşe. AKP û MHP bûne destebirakê hev. Li aliyê din jî CHP û Partiya Vatanê jî destebira ne û li ser nijadperestiyê deng dixwazin. Bi ya min ji ber van herdu pirsgirêkan dê ji sedî 25 çûyîna ser sandoqê kêm bibe”. 

 

Lêkolîner balê dikişînin ser vê yekê, ku gelek kes jî ji ber rewşa awarte baweriya xwe bi ewlehiya hilbijartinê û sandoqan nahînin. Ev yek jî dê rêjeya neçûyîna ser sandoqan bilindtir bike.