Li Tirkiyê ji ber erdhejê dibistan heta 13 Sibatê hatin ragirtin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê rahihand ku ji ber erdhejê li Seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê perwerdehî heta 13 Sibatê hat rawestandin.

Îro 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû çêbû û di serî de li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bi tundî hest pê hat kirin.

Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Mahmut Ozer ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber erdhejên 7.7 û 7.6 yên ku li Mereşê çêbûn perwerdehî heta 13ê Sibatê hatiye rawestandin.

Li aliyê din Serokatiya Lijneya Perwerdehiya Bilind (YOK) piştî erdheja ku navenda wê li Mereşê  daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand li Antalya, Çewlig, Xarpêt, Erzîngan, Karaman, Qeyserî, Konya, Mêrdîn, Mêrsîn, Nîgde, Sêwas û Dêrsimê dewreya perwerde û hîndekariya nîvsala biharê ya li saziyên xwendina bilind ji bo demeke ku paşê bê diyarkirin hatina paşxistin.