PWK û HAK-PAR têkildarî hilbijartinên şaredariyan civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) mijara hilbijartinên şaredariyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gotûbêj kir.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê 31ê Adara 2024an hilbijartinên şaredariyan bên kirin.
PWKyê berî çend rojan ji bo hilbijartinan bangî partiyên siyasî, sendîka, dezgehên sivîl û kesayetên di nava civata Kurd de bi bandor in kiribû û gotibû:
"Li gel liberçavgirtina hemû tecrûbeyên heta niha yên di warê hilbijartinên şaredariyan de, divê em bi awayekî nû û nexşerêyeke taybet, xwe ji hilbijartinan re amade bikin.
Werin em berbijêrên xwe bi hev re tesbît bikin û bajarên xwe bi hev re îdare bikin.”
Di vê çarçoveyê de şandeyeke PWKyê li Stenbolê HAK-PAR ziyaret kir.
PWKyê derbarê hevdîtinê daxuyaniyek da.
Şandeya PWKyê ji Serokê Giştî Mustafa Ozçelîk, rêvevebirên partiyê Kasim Ergun, Mehmet Gul, Orhan Kaya û Nûnerê Stenbolê yê PWKyê Cengîz Gungor pêk dihat.
Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û rêvebirên partiyê şandeya PWKyê qebûl kir.
Li gorî daxuyaniyê PWK û HAK-PAR tekeziyê li ser girîngîya hemahengiya di navbera hêzên neteweyî û demokratîk de dikin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Heyeta PWKyê siyaseta xwe ya derbarê hilbijartinên şaredariyan ên 2024an pêşkêşî heyeta HAK-PARê kir.
HAK-PAR û PWKyê girîngiya hevahengiya di navbera hêzên milî, demokratîk de anî ziman û di derbarê hilbijartinên şaredariyan de bîr û rayên xwe pêşkêşî hev kirin.”