Kesekî 2 apên xwe û xizmekî xwe kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mezîtliyê ya parêzgeha Mêrsînê ji ber sedemeke nediyar kesekî 2 apên xwe û xizmekî xwe bi kêrê kuştin û piştî bûyerê ew kes hat desteserkirin.
Li gorî îdiayan şeva borî li taxa Kuyulukê ya navçeya Mezîtliyê li malekê di navbera malbatekê de pêvçûn derketiye.
Di pevçûnê kesekî bi kêrê êrişî 2 apên xwe yên bi navê Oner û Ramazan Uyar û xizmê xwe Tuna Ozel kiriye û ew kuştine.
Li ser agahdarkirinê tîmên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Mêrsînê çûne cihê bûyerê û li malê dest bi lêkolînan kirine û termên sê kesan hatiye dîtin.
Piştî bûyerê kesê êrişkar ê ku reviyabû hatiye desteserkirin.