147 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku 147 kes bi hinceta PKKyê hatine desteserkirin.
Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li 30 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi navê "Gurz-28"ê operasyonek hatiye lidarxistin.
Alî Yerlîkaya diyar kir ku ew operasyon bi hevahengiya Serokatiya Daîreya Dijî Terorê, fermandariyên cendirmeyan û serdozgeriyên komarî yên 30 parêzgehan hatiye kirin ku di nava wan de Stenbol, Antalya û Amed jî hene.
Li gorî daxuyaniyê 147 kes hatine desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê kesên ku hatine desteserkirin veguhastin birêvebiriyên ewlehiyê yên parêzgehan.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.