Li Stenbolê tramvay û otobus li hev qelibîn: 11 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyup Sultan a ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê tramvay û otobusekê li hev dan û di encamê de 11 kes birîndar bûn ku birîna 2 kesan ji wan giran e.
Li gor agahiyan îro Duşemê 5ê Kanûna 2022an li ser cadeya Alibeykoy a ser bi navçeya Eyup Sultanê di demjimêrên serê sibehê de otobûseke veguhestina rêwiyan a şaredariyê û tramvayekê li hev dane û li gor medya Tirkiyê di encamê de ligel zerara madî 11 kes jî birîndar bûne ku birîna 2 kesan ji wan giran e.
Li Stenbolê tramway û otobusek li hev qelibîn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 5, 2022
Di encama bûyerê de 11 kes birîndar bûn û kesek jî ku di otobusê de asê mabû hat rizgarkirin
📸: AA pic.twitter.com/2I5OUOyoV7
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û alîkariyê bo cihê bûyerê hatine şandin û kesekî ku di nav otobûsê de asê mabû hatiye rizgarkirin.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, di bûyerê de hejmarek otomobîlên derdorê jî zerar dîtine û bo demekê rê ji çûn û hatinê re hatiye girtin.
Li Stenbolê tramway û otobusek li hev qelibîn û di encamê de 11 kes birîndar bûn pic.twitter.com/7E606m5l6e
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 5, 2022