Li Edenê 2 şofêrên barhilgiran li tenişta rê mirî hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Pozantî ya ser bi parêzgeha Edenê ya Tirkiyê, du şofêrên barhilgiran Behcet Birkaç (26 salî) û Halil Kocabaş (32 salî) li tenişta rê mirî hatin dîtin. Lê heta niha nayê zanîn xelkê çi bajarekî ne.

 

Bûyer şevê din saet 22.00 li bajarokê Pozanti ser rêya TEMê navçeya Akçatekir qewimî.

 

Şofêrên di wê derê re derbas dibin, dibînin ku du kes li ba barhilgiran di nav xwînê de ne. Piştre aliyên peywendîdar tên agahdarkirin û tîmên tendirûstî û polîsan bo cihê bûyerê tên şandin. Hat zanîn ku kesên mirine navê yekî ji wan Behcet Birkaç û yê din jî Halil Kocabaş e.

 

Piştî lêkolînên li cihê bûyerê, cenazeyên Birkaç û Kocabaş bo otopsiyê rakirin morga Pizîşkiya Dadê ya Edenê.

 

Hat ragihandin ku polîsan dest bi lêkolînan kiriye. Polîsê Tirkiyê ragihandiye, eger heye barhilgirek dema di wê derê re derbas bûye li wan herdu şofêran dabe û bûbe sedema mirina wan.


Heta niha nehatiye eşkere kirin, ka herdu şofêr xelkê çi bajarekî ne.