KOCAELÎ - Li TUPRAŞê teqîn çêbû
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Kocaeliyê yê Tirkiyeyê li parzûngeha TUPRAŞê teqînek çêbû.
Teqînê li navçeya Îzmîtê rû da û dûxana piştî teqînê ji gelek deveran hat dîtin.
Gelek tîmên agirvemirandinê diçin cihê bûyerê.
Karker ji TUPRAŞê hatin derxisitin û ji ber ihtîmala teqîneke duyem malên li derdorê tên valakirin.
"Tiştekî neyînî nîne"
Serokê Şaredariya Kocaeliyê Tahîr Buyukakin da zanîn ku teqînê dema tetbîqatekê rû daye û da zanîn:
“Rewş hatiye kontrolkirin, niha tiştekî neyînî nîne. Agir jî hatiye kontrolkirin. Pêwîst nake welatiyên me bi fikar bin.”
TUPRAŞ saziya pîşesaziyê ya herî mezin a Tirkiyeyê ye.
Li parêzgeha Kocaeliyê yê Tirkiyeyê li parzûngeha TUPRAŞê teqînek çêbû
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 5, 2024
🔴Teqînê li navçeya Îzmîtê rû da û dengê teqînê ji gelek deveran hat bihîstin pic.twitter.com/GlvsWrf7RX