CHP: Li Tirkiyê 200 hezar dengderên biyanî hene

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) di konferansekê de li ser ewlehiya hilbijartinan ragihand ku li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 200 hezar dengderên biyanî hene ku xelkê welatên Sûriye, Efxanistan, Iraq, Îran û Lîbyayê ne.

Di demekê de ku kêmî 7 mehan ji hilbijartinên giştî yên Hezîrana 2023ê re mane, partiyên siyasî yên Tirkiyê ji bo wergirtina beşek ji tedbîrên pêşwext di wan hilbijartinan de dest bi civîn û konferansan kirine.

Partiya Gel a Komarî ku li parlamentoyê duyem partiya herî mezin a Tirkiyê ye, duh 4ê Mijdara 2022ê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê konferansek bi navê “Ewlehiya Hilbijartinên Giştî yên 2023ê û Girîngiya Wê” saz kir û tê de li ser  hinek tedbîrên derbarê ewlehiya hilbijartinê de gotûbêj hatin kirin.

Beşek ji parlamenterên CHP û cîgirê serokê CHPê Onursal Adiguzel û hejmarek endam û alîgirên wê partiyê beşdarî konferansê bûn.

Cîgirê Serokê CHP Onursal Adiguzel di konferansê de gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser ewlehî û girîngiya hilbijartinên 2023ê û got: “Em dikevin hilbijartineke gelek girîng. Yek ji hestyariyên herî girîng jî ewlehiya hilbijartinan e. Di sala 2017ê de travmayeke girîng hebû; meseleya dengên bê mohr, 4 deng ketin sindoqê 3 ji wan hatin qebulkirin, lê yek ji wan nehat qebulkirin. Ev yek ji nehiquqiyên Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) bû.”

Adiguzel amaje bi hejmara koçberên biyanî yên li Tirkiyê û ew koçberên mafê wan ê dengdanê di hilbijartinan de heye jî da û got: Di lîsteyên dengeran de derdora 140 hezar Sûrî, 20 hezar Efxanî û jewqas jî Iraqî hene. Derdora 4 hezar jî Lîbyayî bi giştî di lîsteyên navxwe û derveyî welat de 200 hezar dengderên ji Sûriyê, Efxansitan, Iraq, Îran û Lîbyayê hene. Ev ew hejmar e li gor lîsteya ku me dawî wergirtiye. Em dê di demek nêzîk de jî lêkolînan li ser van lîsteyan bikin.”