Pêşniyarnameya dayîna xwarina bê beramber li dibistanan bi dengên AKP û MHPê hat redkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyara ÎYÎ Partiyê ya derbarê dayîna dû danên xwarinê li dibistanên dewletê bo zarokan ji aliyê partiyên desthilatê AKP û MHPê ve hat redkirin.

Ev demeke li beşek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê beşek ji aliyên siyasî û rêxistinên sivîl ji bo bê beramber dayîna xwarinê bo zarokên li dibistanên dewletê dixwînin, dest bi kampanya komkirina îmzeyan kiribûn.

Piştî vê kampanyayê hinek aliyên siyasî hatibûn ser xetê û duh 4ê Mijdara 2022ê ÎYÎ Partiyê derbarê mijarê de di civînên butçeya Wezareta Perwerdê yên li Parlamentoya Tirkiyê de bi pêşniyarnameyekê daxwaz kir ku bo zarokên li dibistanan dixwînin bê beramber rojane taştê û firavîn bê dayîn, lê ew pêşniyara ÎYÎ Partiyê bi piraniya dengên partiyên desthilatê AK Partî û Partiya Tevgera Nîjadperest (MHP) hat red kirin.

ÎYÎ Partiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê biryarê de peyamek belav kiriye û dibêje: "Pêşniyarnameya zêdekirina budçeya Wezareta Perwerdê ku wekîlên me yên Komîsyona Plan û Budçeyê, bi armanca dayîna taştê û firavînê bo zarokên li dibistanên dewletê dixwînin, pêşkêşî komîsyonê kiribûn, bi dengên AK Partî û MHPê hat red kirin.”

Ev di demekê de ye li gor amarên Rêxistina Hevgirtina Jinan a Nan û Gul a Tirkiyê ku yek ji rêxistinên sereke yên komkirina îmzeyan e  bo dayîna xwarinê li dibistanan, di sala 2021ê de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 4 zarokan 1 zarok birçî çûye dibistanê.

Her li gor wê rêxistinê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara yên di jêr hejariya giran de dijîn gihiştiye 6 milyon û 500 hezar zarokan. Zarokên ku malbatên wan nikarin bi ti awayî pêdiviyên wan dabîn bikin jî gihiştiye 150 hezar zarokan. Herwiha Ji sedî 21ê malbatan jî nikarin şîr û pêdiviyên din bo pitikên xwe dabîn bikin.

Li gor amarên Hikûmeta Tirkiyê li wî welatî di Cotmeha îsal de enflasyon gihiştiye ji sedî 85.51. e, lê Grûba Lêkolîna Enfilasyonê (ENAG) ku saziyek serbixwe ye, dibêje ew rêje ji sedî 185.4e.  Beşek ji opozîyonê jî dibêje enflasyona rast ku welatî di bazaran de rûbirû dibin herî kêm ji sedî 200 e.

Li gor amarên Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyê (TURK-ÎŞ) di Cotmeha îsal de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî gihiştiye 7 hezar û 425 lîreyên Tirkî û sînorê hejariyê yê heman malbatê jî 24 hezar û 185 lîreyên Tirkî ye. Di demekê de ku mûçeyê kêmane tenê 5 hezar û 500 lîreyên Tirkî ye û rewşa welatiyan di van şert û mercên aborî de her diçe zehmettir dibe.