Du xalên projeyasaya sosyal medyayê hatin pesendkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyê, 2 xalên “projeyasaya sosyal medyayê” bi dengên AKP û MHPê hatin pesendkirin ku opozîsyon bi tundî li hember derdiket. Bi destpêkirina heyama nû ya Parlamentoya Tirkiyê, ku 1ê Cotmehê hat vekirin, nîqaşên derbarê “projeyasaya sosyal medyayê” de tundtir bûn.
Partiyên desthilatê AK Partî û MHP dibêjin bi vê yasayê li ser medya înternetê û sosyal medyayê hin guhertin û sererastkirinan dikin û dixwazin pêşî li nûçeyên derew û dezenformasyonê bigrin. Lê opozîsyon dibêje, ev yasa bi xwe re sansur û otosansurê tine û rê li ber karê rojnamevanan û ragihandinê digire û ji bo bêdengkirina xelkê ye.
Tevî rexne û nerazîbûnan “projeyasaya sosyal medyayê” doh bi şev 4ê Cotmehê ji aliyê AKP û MHPê ve bo Lijneya Giştî ya Parlamentoyê hat pêşkêşkirin, ku deng li ser bê dayîn. Li Parlamentoyê li ser her du xalên yasayê dengdan hat kirin û her du xal bi dengên AKP û MHPê hatin pesendkirin.
Li gor “projeyasaya sosyal medyayê” ya nû xala yekem, ku pêştir “Ev yasa ya berhemên çapkirî û weşandinê ye” wek “Ev yasa ya berhemên çapkirî û weşandinê û malperên nûçeyan ên înternetê ye” hat guhertin. Di xala duyem de jî rêkarên dayîna karta rojnamevaniyê û pênaseyên ragihandina Tirkiyê hatin guhertin.
Eger yasaya sosyal medyayê li parlamentoyê bi temamî bê pesendkirin, dê li gor yasayê rojnamevan û kesên li ser sosyal medyayê parvekirinan dikin; dikarin ji salekê heta 3 salan bi cezaya girtîgehê bên cezakirin. Eger parvekirin bi navekî nihênî yan li ser navê rêxistinekê bê kirin, dê ceza bi qasî nîvê cezayê hatiye dayîn bê zêdekirin.
Eger platformên sosyal medyayê yên wek Twitter, Facebook û Youtube û yên din di dema xwestî de bersiva daxwazên saziyên hikûmetê nedin dê cezayê pereyan li wan bê birîn. Dê kesên nûçeyên astengkirî parve dikin an şiroveyan li bin dinivîsînin bên cezakirin. Dê dengdana li ser xalên din îro 5ê Cotmehê li parlamentoyê berdewam be.