Li Bodrumê di bûyereke trafîkê de 23 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bodrumê ya Muglayê ya Tirkiyeyê, midîbûsek wergeriya qeraxa çem û di bûyerê de 23 kes birîndar bûn.

Li navçeya Bodrumê ya Muglayê Îro midîbûsa bi şofêrtiya A.V. ku karkerên kompanyayeke otomobîlan vediguhestin, li Taxa Konacikê ji kontrola şofêr derket.

Midîbûs ji rê derket û wergeriya qeraxa çem.

Di bûyerê de 23 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî, polîs û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

 Piraniya birîndaran ji aliyê xelkên derdorê ve ji nav midîbûsê hatin derxistin û hinek jî bi alîkariya tîman.

23ê kesên birîndar bi ambûlansan birin nexweşxaneyan.

Lê heta niha derbarê tenduristiya birîndaran de ti agahî nehatine dayîn ka gelo rewşa wan giran e yan na.