Li Xarpêtê qeza: Kesek mir û 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di bûyreke trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn. Birînên dû kesan giran in.

Li gor zanyariyan, li sînorê parêzgeha Xarpêtê li ser rêya sereke ya Xarpêt-Çewligê otomobîke ku welatiyê bi navê Îsmaîl O. diajot ji rê derket û qulibî.

Di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn, birînên du kesan giran e.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.

Li gor amarên fermî ku hezîrana îsal hatine belavkirin, di şeş mehên destpêkê yên sala 2023an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 257 hezar û 373 bûyerên trafîkê çêbûne.

Di wan bûyeran de hezar û 345 kesan canê xwe ji dest daye û 159 hezar û 235 kes jî birîndar bûne.

Sala derbasbûyî jî 485 hezar û 48 bûyerên trafîkê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çêbûbûn û di wan bûyeran de 2 hezar û 282 kesan canê xwe ji dest dabû û 291 hezar û 151 kesên din jî birîndar bûbûn.