Li Stenbolê taxên kevn tevî biryara dadgehê têne rûxandin
Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê salên dirêj in li gelek deverên bajêr taxên kevn û yên ku qêmeta wan giran bûye bi projeyên nûjenkirinê têne rûxandin. Di van rûxandinan de bi hezaran welatî mexdûr dibin û gengeşeya li gelek cihan berdewam e. Vê carê jî taxeke din ku piraniya nişteciyên wê kurd in ketiye ber projeyekê. Taxa Şahîntepe ya ser bi navçeya Başakşehîrê ve bi hinceta ku xetereya erdhêjê heye tê valakirin. Projeya nûjenkirinê destpê kiriye tevî ku dadgehê ew proje rawestandiye. Ji ber ku tax li tenîşta cihê Kanal Îstanbûlê ye guman zêde û welatî bi tirsa terxistina ji xaniyên wan dijîn. Ji gelek malan re teblîgat hatine şandin da di nava 10 rojan de xaniyên xwe valakin. Lê pereyê ku ji bo her xaniyekî wan tê pêşniyazkirin têrî nake ku ew ji çar paran pareke xaniyekî jî bistînin.
Sefer Demircî ku bi xwe xelkê Mûşê ye di sala 86an de hatiye vê derê û li vir ji xwe re xaniyek avakiriye. Wê demê ne bajar ewqas mezin ne jî li vê derdorê bajar û jîngeyek hebûye. Piştî 36 salan dewlet ji wî re dibêje demildest ji xaniyê xwe derkeve û wê ew der bê nûjenkirin. Lê ne cihek bo wî tê nîşandan ne jî pereyê ku bo wî hatine veqetandin têra xaniyekî dike. Ew jî weke bi sedan malên din ên nişteciyên Taxa Şahîntepe li bendê ye ha îro ha sibê xaniyê wî bê rûxandin.
Niştecî Sefer Demîrcî dibêje “Zehmetiya ku me dîtî em zanin me çi kişandiye. Bi zikekî têr yekî birçî. Pere tunebû û me bi karkeriya xelkê ji xwe re xaniyek çê kir. Dibê ezê bidime te du daîreyên 70 metre. 70 metre wate dibe 51 metre. Emê çawa tê hilên. Eger tam heqê me bidin emê qebûl bikin lê ku nedin em di vî karî de nîn in.”
Taxa Şahîntepe ku piştî salên 90 bûye tax û xelkê xwe lê girtiye, di van rojan de di bin gefa rûxandinê de ye. Li ser banên xaniyan sêling bilind dibin û teblîgat bo wan têne şandin da di nava 10 rojan de xaniyên xwe bihêlin û biçin. Ji ber ku tax li tenîşta cihê Kanal Îstanbûlê ye qîmeta wê derê niha di ber zêran re ye. Lê bo vî xaniyê du qat 400 hezar lîre hatiye veqetandin. Ku ew pere tenê têra hesinên xaniyekî jî nakin. Xelk qayîl e ku tax bê nûjenkirin lê ew dixwazin bixwe li cihê xwe bimînin û wî karî ew bixwe bikin.
Şêniyê taxê Mûrat Guçlû got “Bila xaniyê me hêlîna me bi darê zorê ji me nestînin. Ger ku xaniyê min ne baş be, ne li gorî projeya nûjenkirinê be, bila bihêlin em herin bi yekî re lihev bikin, li gor projeyê bixwe çêkin. Em ji dewleta xwe vê yekê dixwazin. Tu cûdakariyê em naxwazin. Ger li vir ne birêkûpêkiyek hebe bila bê rastkirin lê ne ku xwe bavêjin ser milkê me.”
Ew demek e xelkê taxê li ser piyan e û çi bi çalakî çi bi doz û dadgeh hewl didin rê li ber vê yekê bigirin. Dadgehê jî biryara betalkirina projeyê daye. Lê tevî wê jî bingeha avahiyên mezin hatiye danîn û proje destpê kiriye.
Muxtarê taxê Huseyîn Ûçar anî ziman “Em weke tax tu caran ne li dijî nûjenkirinê ne. Lê bi şertê ku tu mexduriyet dernekeve. Di dawiyê de radibin dibên xanî û zeviyên we li vir nîn in. Ew nabe. Me bi caran ji wan re got ku em jî alîgirê nûjenkirinê ne. Beriya ku pêvajoya yasayî û hiqûqî bi dawî bê radibin projeyê veguhestinê didin destpêkirin û em vê yekê famnakin. Vê carê jî givaş û tundî derdikeve holê.”
Li taxê yekem cihê ku dikeve ber projeyê weke 7 zeviyan hatiye diyarkirin. Bi giştî zêdetirî 400 tapû dikevin ber projeyê ku hinek ji wan yek qat, hinek du hinek jî 3 an 4 qat in. Wate bi careke din koçkirin li hezaran kesên ku li taxê dijîn tê ferzkirin ku pirê wan di salên 90î de ji ber şerê li Bakurê Kurdistanê hatine li vir hewîne.