Şewata li Santrala Termîkê ya Kemerkoyê hat vemirandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mîlasa Muglayê ya Tirkiyê alavê agir ên ku avêtibûn Santrala Termîkê ya Kemerkoyê bandora xwe wenda kir û hat vemirandin. Li gorî lêkolînan hate tespîtkirin ku di santralê de ziyaneke mezin çênebûye. Herwiha di santralê de tedbirên ewlehiyê û xebatên sarkirinê berdewam in.

Li navçeya Mîlasê şewata ku bi rojane berderwam e, duh demjimêr 15:00an de alavê avêtibû hinek heremên santralê.

Piştî ku alavên agir gihîşt santralê sîren lê dabûn û teqîn pêk hatibûn û di encamê de jî li heremê elektrîk hatibû birrîn. Herwiha li heremê ji ber rîskê 8 tax hatibûn valakirin.

Alavên agir yên ku ji ber bayê gurr bûn, bi tankêrên avê, TOMA û amûrên agirkujê mudaxale kirin. Li aliyê din personelên Santrala Termîkê ya Kemerkoyê hatibûn derxistin û madeyên dişewitin û teqemeniyê jî hatin valakirin.

Serokê Ragihandina Tirkiyê Fahrettin Altun li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de destnîşan kir ku alavên agir ên santralê bandora xwe wenda kirine û di lêkolînên serî de de zirarek mezin negihîştiye yekîneya sereke.