Yasaya zêdekirina mûçeyê fermanberan bo Parlamentoya Tirkiyê hat pêşkêşkirin

Hewlêr (Rûdaw) - AK Partiyê ku partiya desthilata Tirkiyê ye yasaya zêdekirina mûçeyê fermanberan pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir. Eger yasa bê erêkirin dê mûçeyê herî kêm ê fermanberan bibe 22 hezar lîre ku dike nêzîkî 850 dolar.

Serokê Koma AK Partiyê ya parlamentoyê Abdullah Guler ragihand ku yasaya zêdekirina mûçeyê fermanberan bo parlamentoyê hatiye pêşkêşkirin.

Abdullah Guler got: “Li gor pêşniyara me dê mûçeyê hemû fermanberên hikûmî di navbera 1ê Temûza 2023 û 31ê Kanûna 2023an de ligel rêjeya enflasyonê 8 hezar û 77 lîre bê zêdekirin.”

Guler herwiha got: “Di Kanûna 2022an de mûçeyê herî kêm ê fermanberan 9 hezar û 105 lîre bû, di Çileya 2023ê bû 11 hezar û 848 lîre. Ligel zêdekirina nû dê bibe 22 hezar û 17 lîre. Bi vî awayî meha Temûzê mûçe bi giştî %86 tê zêdekirin.”