Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê alkol ji sedî 25 hat bihakirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nirxê alkolê ji sedî 25 û nirxê piskiwêt û şeklameyan jî ji sedî 15 hatin bihakirin.
Bi daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên biyanî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bihabûna nirxan berdewam e.
Piştî bihakirina nirxê petrol, cigare û nan, Serokê Komeleya Hevkariya Bikomfiroşên Tekelê Erol Dundar roja Sêşemê 4ê Temûza 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî lîsteyeke vexwarinên alkolê belav kir û ragihand ku nirxê berhemên grûba Perno yên vexwarinên alkolê ji sedî 25 hatiye bihakirin.
Li gor lîsteya ku Dundar belav kiriye, nirxê vodka, wîskî, tekîla, şampanya û martînî bi rêjeya ji sedî 25 hatine bihakirin.
Tê pêşbînîkirin ku nirxê vexwarinên din ên alkolê di serî de bîra bi rêjeyên bilind bên bihakirin.
Perno gurubuna #ZamGeldi ve #zam yağmuru başlıyor hazırmısınız. pic.twitter.com/atxwQcFAPo
— EROL DÜNDAR () (TBYD BAŞKANI) (@DundarErol_) July 3, 2023
Herwiha ji bilî alkolê nirxê piskwêt û şeklameyan jî bi rêjeya ji sedî 15 hatin biharkirin.
Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên biyanî berdewam e. Bi awayekî piştî hilbijartinên giştî yên 14 û 28ê Gulanê lîreyê Tirkî ji zêdeyî ji sedî 28 nirxê xwe ji dest daye.
Daketina nirxê lîreyê Tirkî sedema sereke ya bilindbûna rêjeya enfilasyon û bihabûnan e. Hikûmeta Tirkiyê hewil dide bi zêdekirina mûçeyan rê li ber daketina hêza kirînê ya welatiyan bigire, lê ji ber daketina berdewam a nirxê lîreyê Tirkî û enfilasyonê ew beşa mûçeyê ku tê zêdekirin berî ku bikev berîka welatiyan dihele.