Bi hinceta Cemaeta Gulen biryara desteserkirina 25 kesan hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê, bi hinceta endamtiya “Cemaeta Gulen” derbarê 25 kesan de biryara desteserkirinê da.

Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê, bi hinceta endamtiya “Cemaeta Gulen” 4ê jê leşkerên li ser kar û 21 leşkerên ji kar hatine avêtin bi tevahî derbarê 21 kesan de biryara desteserkirinê da.

Tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Îzmirê û Fermandariya Cendirmeyan a Îzmirê, îro 5ê Nîsanê ji bo desteserkirina 25 kesan li 10 parêzgehan dest bi operasyonê kirin.

Di operasyonê de bi ser gelek malan de hat girtin û hejmarek kes hatin desteserkirin.