Otomobîlê da nav xelkê: Ji heman malbatê 5 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê otomobîlekê da nav peyayên ku derbasî aliyê din ê rêyê dibûn, pênc kes mirin.

Otomobîla ku Soner K. diajot îro derdora saet 03:00yan li ser rêya TEMê da nav peyayên ku dixwest derbasî aliyê din bibin.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Şukru Okur, Muhammet Alîhan Okur, Ecrîn Okur, Melek Okur ile Fatma Gursoy li cihê qezayê canê xwe ji dest daye û ew ji heman malbatê ne.

Tîman ajokarê otomobîlê jî veguhast nexweşxaneyê.