Otobusa ku diçû Semsûrê wergeriya: Bi dehan birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gazîpaşayê ya parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê otobusa rêwiyan a ku diçû Semsûrê ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de 33 kes birîndar bûn.

Berê sibeha îro otobusa rêwiyan a Nîhat Taşdemîr diajot, dema ji Antalyayê diçû parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê li nêzîkî gundê Zeytinadayê yê navçeya Gazîpaşayê ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de ajokar, 2 karmendên otobusê û 30 rêwî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, birînên 10 kesan giran in û rewşa wan a tendirustiyê xirab e.

Her wiha 8 ji birîndaran zarok in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên li Gazîpaşa û Alanyayê.