Du kesan bi kulm û pehînan stranbêjek kuşt!

Hewlêr (Rûdaw) – Stanbêjê bi navê Umut Emre Aytekîn li navçeya Gungorenê ya Stenbolê li restoranekê, bi kulm û pehînan hat kuştin.

Li gorî agahiyan, Umut Emre Aytekînê 36 salî ji aliyê du stranbêjên din ve hatiye kuştin.

Bûyerê doh serê sibehê li Gungorena Stenbolê li restoranekê rû da.

Li gorî nûçeya DHAyê,dema Umut Emre û dergistiya xwe Maria Zeppin li restoranê rûniştibûn di navbera wî û Ceyhun T. (22) ve Hayrettîn O. (23) de nîqaşek derket.

Dema ku Umut Emre Aytekîn çû ku da raje qehweya xwe wan her ku kesan bi kulm û pehînan êrişî wî kir.

Piştî agahîdayînê tîmên tenduristiyê ew bir nexweşxaneyê lê ji mirinê nefilîtî.

Malbata Aytekîn got, “Bi salan e karê muzîkê dikir. Ji leşkeriyê nû hatibû. Ji bo daweta xwe pere didan hev. We çawa sexî wî kir?”

Li aliyê din, dema êrişê ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve hat qeydkirin.