Siyasetmedarê Kurd Fuad Onen hat desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Fuad Onen, li Stenbolê hat desteserkirin.
Li gor zanyariyên berdest, siyasetmedar û nivîskarê Kurd Fuad Onen, li Stenbolê ji aliyê hêzên polîs ve hat desteserkirin.
Her li gor zanyariyên rojnamevan Mehmet Sanri, ew siyasetmedarê Kurd ji ber nêrîn û parvekirinên xwe yên derbarê komkujiya Roboskiyê û êrişa Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê, li ser medya civakî, bi tohmeta ku ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye, hatiye desteserkirin.
Ev di demekê de ye 32emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, par bi tohmeta ku ‘propagandaya KCKê’ kiriye 3 sal û mehek cezayê zîndanê li Fuad Onen birîbû.
Ew siyasetmedarê Kurd derbarê biryara dadgehê de ji Rûdawê re ragihandibû ku ji ber, “parvekirinên derbarê komkujiya Roboskiyê, komkujiya Parîsê, nivîsên li ser yekîtiya netewî, parastina bo Kurdistana serbixwe û belavkirina ala Kurdistanê li ser medya civakî” dadgehê ew ceza lê biriye.