Hewlêr (Rûdaw)- Rayedarên hikûmeta AKPê dibêjin ku cemaata Fethullah Gulen ne tenê di nav saziyên dadwerî, dozgerî û ewlekariya Tirkiyê de cî girtiye, lê gihiştiye asteke wiha ku kariye endamên xwe di nav tîmên ewlekariya Serokomar û Serokwezîr de jî biçînin.
Rûpela fermî ya Serokwezîrtiyê ragihand ku ji ber sedema çandina amarên guhdarkirrinê di avahî û odeya Serokwezîr de, 23 polîs û karmendên ewlekariya Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan hatin guhertin.
Di encama hevkariya partiya AKPê û cemaata Fethullah Gulen ji sala 2001an de û bi taybetî jî piştî ku AKPê sala 2002an di hilbijartinan de bi serket, cemaat hîn bêhtir endamên xwe di nav saziyên dewlet û hikûmetê de bi cî kirin û heta gihişt astekî ku saziya dadwerî, dozgerî û ewlekariyê xistin destê xwe.
Piştî nakokiyên cemaatê û hikûmetê gihişt asta ku cemaat operasyon li dijî rayedarên hikûmetê li dar bixe, Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan êdî hemû hêzên xwe kirin alarimê daku karibe hikûmeta ku ji bingeh de hat hejandin biparêze û ew jî operasyonên bertek li dijî endamên cemaatê yên di nav saziyên dewletê de pey hev li dar xist.
Erdogan destpêkê kabîneya hikûmetê guhert û pey re bi hezaran rêveber û karmendên dadwerî, dozgerî û ewlekariyê guhertin yan jî ji kar avêtin.
Di 17ê îlona 2013an de, hêzên ewlekariya Serokwezîrtiyê amarên guhdarkirinê ku wek tovên nîskê biçûkin di odeya Serokwezîrtiyê ya Erdogan de dîtin û wê demê ragihandinên cemaatê nûçe belav kirin ku “ew amarên guhdarkirinê îstixbarata Îranê di rêya du jinên karmendên avahiya Serokwezîrtiyê re çandine”, lê Erdogan bi xwe Îran tometbar nekir.
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan piştî ku çû serdana Almaniya 23 karmend û polîsên girêdayî ewlekariya avahiya Serokwezîrtiyê guhertin. Di nav kesên ku hatine guhartin de kesên herî nêzîk Erdogan bûn hene, wek kesê ku berpirsê amarên guhdarkirin û kemîrayê û dîsa berpirsê teftîşê û herwiha kesên ku di parastina wî bi xwe de cî digirtin.
Receb Tayib Erdogan got “Rêxistinên cemaatê di rêya amarên guhdarkirinê re herkes guhdar kirine ji Serokomar û Serokwezîr de bigire û heta karmendên asayî”.
Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul piştî serdana Îtaliya li avahiya Çnakayayê ya Serokomariyê ragihand ku ew kesên ku amarên guhdarkirinê çandine ti kes bernedane û li wî jî guhdar kirine, ev yek tê wê wateyê ku hemû xelkên Tirkiyê tê guhdarkirin û ew jî êdî ewlekarî û asayîşa xelkê dixe metirsiyê û bi vî awayî dewlet nikare bi rêve biçe û pêwîste êdî qanonên nû derbarê vê mijarê de derbikevin û sînor ji karên wiha re bê dayin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse