Li Deryaya Egeyê 186 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Tirkiye û Yunanistanê de li nav Deryaya Egeyê, doh 186 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Derya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê ragihand, tîmên wan doh li navçeyên Çeşme û Seferhîsarê yên Îzmîrê li nav Deryaya Egeyê, di nav çend belemên cuda de 186 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê desteser kirine.

Hêzên ewlehiyê piştî karên yasayî 186 koçber radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmirê kirine.