Tirkiye: Mal û milkên 5 kes û 2 kompanyayên girêdayî DAIŞê hatin rawestandin

Hewlêr (Rûdaw) - Di heman demê bi dezgehên Amerîkayê re mal û milkên 5 kesên Iraqî û 2 kompanyayên li Tirkiyeyê  bi hinceta ku girêdayî DAIŞê ne, hatin rawestandin.

Biryara rawestandina mal û milkên 5 kes û 2 kompanyayên di heman demê bi dezgehên Amerîkayê re bi hinceta ku girêdayî DAIŞê ne, piştî ku di hejmara Rojnameya Fermî de hat weşandin, ket meriyetê.

Biryara ku îmzeyên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu û Wezîrê Xezîne û Darayî Nûredîn Nebatî li ser e mal û milkên 5 kes û 2 kompanyayên hatin rawestandin.

Di biryarê de hat gotin, “Li gorî fikraya 3 a xala 7emîn a Qanûna Bi hejmara 6415an a Pêşîlêgirtina Fînansekirina Terorê, li Tirkiyeyê kes, sazî û rêxistinên navborî ji ber hebûna hincetên maqûl ên ku li Tirkiyeyê hatine kirin, biryar hat girtin ku mal û milkên wan werin rawestandin. Li dijî vê biryar dikarin li Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê îtiraz were kirin.”

Kes û kompanyayên ku mal û milkên wan hatine rawestandin

Kesên ku mal û milkên wan bi hinceta girêdayî DAIŞê hatine rawestandin ev in, “Ebdulhemîd Selîm Îbrahîm El Îsmaîl (ku bi navê Ebdulhemîn Selîm Îbrahîm Îsmaîl Bruxan El-Xatûnî jî tê naskirin), Omer Ebdulhemîd El Îsmaîl (bi navê Umar Ebdulhemîd Selîm jî tê naskirin), Mihemed Ebdulhemîd Selîm El-Îsmaîl, Ehmen Ebdulhemîd Selîm El-Îsmaîl (ku bi navê Ehmed Ebdilhemîd Selîm jî tê naskirin), Luay Casim Hemmadî El-Cibûrî (ku bi navê Luay Jasim Hemmadî El-Cibûrî û Hecî Luay jî tê naskirin).”

Kompanyayên ku mal û milkên wan bi hinceta girêdayî DAIŞê hatine rawestandin jî ev in, “Wadi Alrrafidayn Xwarin û El Cibûrî El Humran ji bo Materyalên Elektrîkî, Pîşesazî û Bazirganî.”