Li Deryaya Spî erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Alanya ser bi parêzgeha Antalya ya Tirkiyê îro 5ê Çileya 2022an demjimêr 06:21 bi hêza 5.3 pile erdhejek çêbû.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro Çarşemê 5ê Çileya 2022an li navçeya Alanya ser bi parêzgeha Antalyayê bi hêza 5.3 pileya rîxterê  erdhejek çêbû.

Li gor zanyariyên AFADê belav kirine, erdhej bi kûrahiya 39,52 kîlometre pêk hatiye û bandora wê li ser navçeyên derdorê jî hebûye û heta niha derbarê encamên wê de ti agahiyeke nerênî nehatiye ragihandin.

Rasatxaneya Kandilli jî ragihand ku li parêzgeha Antalyayê jî piştrast kir ku erdhej saet 06:21 bi hêza 5.3 pile çêbû û kûrahiya wê 18.1 kîlometre ye.