Ozgur Ozel li ser tayînkirina qeyûman got: Ez hişyariyê didim!

Hewlêr (Rûdaw) - Ozgur Ozel li ser tayînkirina qeyûman got, “Ez hişyariyê didim, gotin li ber nemanê ye. Ji bo têkoşîna bi vê xerabiyê re çi pêwîst be dê ew were kirin.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel bi rêya hesabê xwe yê Xê bertekeke tund nîşanî tayînkirina qeyûman da.

Ozgur Ozel da zanîn, “Dema li Tirkiyeyê behsa diyalogê tê kirin yek ji kesên ku ewil tê bîra mirov Ahmet Turk e û ew di siyasetê de navekî herî girîng e diyalogê ye.”

“Em bi rûşûştîbûneke destqirêj, dilpîs û mejîlewitî re mixetab in”

Ozgur Ozel rexne li desthilaê girtin û pê de çû:

“Em bi rûşûştîbûneke bê şerm û fihêt, destqirêj, dilpîs û mejîlewitî re mixetab in ku ti waneyê ji van bûyerên rojên dawiyê nasitîne, guh nade tiştên ku tên gotin, dest datîne ser şaredariyên ku nikare di hilbijartinê de bistîne û tenezul dike sîyasetmedarên ku nikare wan îsleh bike bi derbeyê ji peywira wan dûr bixe.

Ez hişyariyê didim, gotin li ber nemanê ye. Ji bo têkoşîna bi vê xerabiyê re çi pêwîst be dê ew were kirin.”