Tanrikulu bangî Mehmet Şîmşek û Cevdet Yilmaz kir: Îstifa bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Sezgîn Tanrikulu ji Mehmet Şîmşek û Cevdet Yilmaz xwest ku îstifa bikin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

“Îstifa bikin”

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu bangî Mehmet Şîmşekê Wezîrê Xezîne û Darayiyê û Cevdet Yilmazê Alîkarê Erdogan kir û got:

“Eger hûn dixwazin bi rûmeta xwe û nasnameya xwe tiştinan bikin îstifa bikin.”

“Em dibînin ku desthilat çi qasî xerab e”

Sezgîn Tanrikulu beşdarî bultena Halk TVyê bû bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got:

“Me dîsa çavên xwe vekirin ku xerabiyek heye. Em careke din dibînin ku desthilat çi qasî xerab e û ji demokrasiyê çi qasî dûr ketiye.”

“Ez ji nasnameya wan şik û gumanan nakim”

Tanrikulu Kurdbûna Mehmet Şîmşek û Cevdet Yilmaz bi bîr anî û got:

“Pêşniyariyeke min ji du kesan re heye ku ez ji nasnameya wan şik û gumanan nakim.

Yek ji wan Mehmet Şîmşek e û ji Êlihê ye. Yê din Cevdet Yilmaz e, ji Çewlîgê ye û Alîkarê Serokkomar e.

Ez ji her duyan re vê dibêjim, eger hûn bi rastî jî dixwazin bi rûmeta xwe û nasnameya xwe tiştinan bikin ji peywira xwe îstifa bikin.

Heke dema qeyûm datînin ser Şaredariya Êlihê Mehmet Şîmşek bahwer dike ku dê aborî baş bibe di nava xefleke mezin de ye.”