Hevjînê xwe bi kêrê kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li Qeyseriyê jinekê bi navê Mervenur Uluyol hevjînê xwe bi kêrê kuşt.

Di navbera Ahmet Uluyol û hevjîna wî Mervenur Uluyolên ku 3 zarokên wan hene de nîqaş derket.

Nîqaşa ku mezin bû vegeriya pevçûna bi kêran.

Di pevçûnê de, Mervenur Uluyolê hevjînê xwe Ahmet Uluyol bi kêrê birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê diyar kirin ku Ahmet Uluyol canê xwe ji dest daye.

Tîman cenazeyê wî ji bo otopsiyê veguhest morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qeyseriyê.

Mervenur Uluyol jî hat desteserkirin.