Hevserok û 10 parlamenterên HDPê hatin girtin! (HAT NÛKIRIN)

Navenda Nûçeyan - Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê ragihand ku ligel her du Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag 10 parlamenterên din ê wê partiyê hatine desteserkirin.


Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê derbarê desteserkirina parlamenterên  HDPê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku desteserkirina parlamenteran bi talîmatên serdozgeriyên Amed, Şirnex, Colemêrg, Wan û Çewlîgê hatiye emcandan.

Parlamenterên HDPê yên tevî Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag hatine girtin ev in:

Parlamenterên Amedê Îdrîs Baluken, Nûrsel Aydogan, Îmam Taşçier û Ziya Pîr, parlamenterên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu, parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim, parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder.


Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha diyar kir ku hatiye tespîtkirin ku parlamenterên HDPê Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer li derveyî welêt in û pêvajoya di derbarê wekîlê HDPê Nihat Akdogan de jî berdewam dike.