Çanakkale - 3 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çanakkale ya Tirkiyê polîsan bi ser malan de girtin û di encam de bi hinceta "propagandaya PKKyê" 3 kes hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Rêvebiriya Ewlehiyê ya Çanakkaleyê bi hinceta ku 3 kesan li ser medyaya civakî "propagandaya PKKyê" kiriye û ji bo girtina operasyon hatiye kirin.

Di encama operasyonê de 3 kesên bi navê Azat Kaya, Sergen Sucu û Baran Altay hatine desteserkirin.

Her wiha hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê kesên hatine desteserkirin birine Rêveberiya Ewlehiyê ya Çanakkaleyê û kar û barên yasayî  berdewam e.

Li aliyê din, doh li parêzgeha Agiriyê jî welatiyekî bi navê Adem Purnek bi heman hincetê hatibû desteserkirin.